Saziyên jenosîdê hişyarî dan: Li Helebê metirsiya qirkirina Kurdan heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziyên lêkolînên jenosîdê, nivîskar û çalakvanên vî warî bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê, nîşana "qirkirineke sîstematîk" in. Saziyan daxwaz kirin ku civaka navdewletî wekî "aliyê sêyem" bi lez destwerdanê bike.
Komeke mezin ji saziyên pispor ên warê jenosîdê û sûcên Navdewletî îro 10ê Çileyê derbarê geşedanên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke hişyariyê belav kir. Saziyan nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî hedefgirtina sivîlan û nexweşxaneyan ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve anî ziman.
‘Binpêkirina peymanên navdewletî ye’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, topbarankirina bêserûber a li ser qadên niştecihbûnê û nexweşxaneyan, binpêkirina eşkere ya Peymana Cenevreyê ya sala 1949’an û Peymana Qedexekirina Jenosîdê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1948’an e. Saziyan diyar kir ku ev kiryar zengileke hişyariyê ye ji bo karesateke mirovî ya mezin.
Armanc: Guhertina demografîk û windakirina nasnameyê
Çalakvan û pisporên jenosîdê bal kişand ser koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Kurd û wiha gotin: "Dûrxistina xelkê ji mal û warên wan bi armanca guhertina demografîk û jinavbirina nasnameyê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî qanûnên navdewletî, divê berpirsên van kiryaran werin darizandin û ji ceza nefilitin."
Banga destwerdana lezgîn li NY û YE’yê
Ji ber ku hikumeta Sûriyeyê û komên girêdayî wê bi xwe aliyekî şer û gefê ne, saziyan bang li Neteweyên Yekgirtî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî kir ku demildest bikevin nava liv û tevgerê. Hat daxwazkirin ku wekî gava yekem şer were rawestandin û piştre mekanîzmayên parastinê ji bo pêkhateyan werin avakirin.
‘Zimanê nefretê yê medyaya Erebî metirsiyê zêde dike’
Daxuyaniyê herwiha bal kişand ser dîroka dirêj a zulma li ser Kurdan (ji rejîma Beis, DAIŞ û Nusra heta îro) û rexne li hinek medyayên Erebî girt. Hat gotin ku zimanê "kîn û nefretê" yê di hin medyayan de li dijî Kurdan tê bikaranîn, rê li ber sûcên nû vedike û rageşiyê geş dike.
Saziyan di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku krîza Sûriyeyê ne bi rêya şer û tunekirinê, lê tenê bi riya aşitiyê, diyalogê û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan a di rêveberiya welat de dikare were çareserkirin.