Yekîtiya Ewropayê: Divê agirbesta li Helebê were parastin û birîndar werin derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê bang kir ku demildest şerê li bajarê Helebê û derdora wê were rawestandin û bang li hemû aliyan kir ku pabendî agirbesta hatî ragihandin bin. YE destnîşan kir ku divê tîmên mirovî karibin birîndaran ji taxên dorpêçkirî derxin.
Yekîtiya Ewropayê (YE), îro 10ê Çileyê derbarê aloziya li taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand, ew bi nîgeranî geşedanên Helebê dişopînin û wiha got: "Em bang li hemû aliyan dikin ku pabendî agirbesta îro bin û demildest vegerin ser maseya diyalogê da ku çareseriyeke siyasî pêk were. Dabînkirina aramiya li seranserî welat, gava sereke ye ji bo destpêkirina qonaxeke veguhêz a mayînde ku daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih bîne."
Tevî banga Yekîtiya Ewropayê, li ser erdê der barê agirbestê de agahiyên dijber tên belavkirin. Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê (SAA) bi daxuyaniyekê ragihand, wan ji saet 15:00’ê piştî nîvro ve hemû operasyonên xwe yên leşkerî li hundirê taxa Şêx Meqsûdê rawestandine û operasyon bi temamî bi dawî bûne.
Lê belê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ev îdiayên artêşê bi tundî red kirin. Asayîşê diyar kir ku milîsên ser bi Şamê ve ne tenê pabendî agirbestê nebûne, lê belê bi tank û dironan nexweşxaneyeke sivîl a li taxê bombebaran kirine û êrişên wan ên bi çekên giran hîn jî berdewam dikin.
Agirbesta sînorkirî ji bo derxistina birîndaran
Li aliyê din, Meclisa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand ku wan ji bo "armancên mirovî" agirbesteke sînorkirî (demkî) pêk aniye. Li gorî daxuyaniya meclisê, armanca sereke ya vê gavê ew e ku rê li ber tîmên bijîşkî were vekirin da ku karibin birîndar, jin û zarokan ji hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir derxin.
Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûdê, di saetên borî de bibû hedefa topbarana giran û bi sedan sivîlên birîndar li wir asê mabûn.