Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 19 parêzgehan dibistan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke dijwar a berfê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiye bin bandora xwe. Ji ber sermayê û barîna berfê, li 19 parêzgehan perwerde hat rawestandin û gelek geştên asmanî hatin betalkirin.
Ji ber barîna berfê ya dijwar, li parêzgehên wekî Semsûr, Xarpêt, Mereş, Dersim, Sêwas, Meletî û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê, ji bo dibistanan rojek bêhnvedan hat ragihandin. Hat ragihandin, bi giştî li 19 parêzgehan xwendekar neçûne dibistanê.
Saziya Keşnasiyê ragihand, ev pêla berf û sermayê ji ser Ukraynayê ve hatiye û bûye sedema daketineke berçav a pileya germê. Keşnasiyê ji bo 41 parêzgehan hişyarî da ku dê bandora berfê lê zêde bibe. Li gorî daxuyaniyê, tê pêşbînîkirin ku ev rewşa hewayê heta 15ê vê mehê berdewam bike.
Ji ber xirabiya mercên hewayê û kêmketina dûrahiya dîtinê, li Firokxaneya Stenbolê gelek geştên asîmanî ji bo demeke nediyar hatin betalkirin.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku li herêmên çiyayî metirsiya girtina rêyan û şimitokbûna rê heye. Ji şofêran hat xwestin ku bêyî amûrên zivistanê dernekevin rê da ku rê li ber qezayan were girtin.