Mesrûr Barzanî sersaxî li Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya kurê Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê Safwan Beşîr Gergerî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 17ê Adarê ji ber koça dawî ya (Seîf), kurê Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê Safwan Beşîr Gergerî, peyameke sersaxiyê arasteyî wî û malbata wî ya birêz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbata Gergerî anî ziman û hêvî xwast ku Xwedayê Mezin giyanê yê koçkirî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî.