Îlham Ehmed: Tawanên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihîştine asta tawanên şer
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, têkildarî geşedanên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ragihand, kiryarên li dijî sivîlên Kurd "tawanên şer" in û bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo lêpirsîneke lezgîn bikevin tevgerê, her wiha bal kişand ser rola neyînî ya hin kanalên medyayê ku gel li dijî hev sor dikin.
Îlham Ehmed îro 12ê Çileyê ji hejmara xwe ya tora civakî “X” ve bang li wan alî û welatan kir ku fînansekariya hin kanalên erebî dikin û got: "Ev kanal gelê Sûriyeyê li dijî hev sor dikin û banga kuştina pêkhateyan dikin. Divê ev alî polîtîkayên xwe yên medyayê ji nû ve binirxînin. Em daxwaz dikin ku derbarê raporên van kanalan ên li ser mijara pêkhateyan, ku tije tehrîf û derew in, lêpirsîn were destpêkirin."
Ehmed bal kişand ser tundûtûjiya dewletê û got: "Kombûna çekan di destê dewletê de, mafê tundûtûjî û tirsandina gel nade ti aliyekî. Dewlet nikare bi vî hincetî mafên mirovan û rûmeta civakê binpê bike."
Derbarê rewşa taxên Kurdan ên li Helebê de, Îlham Ehmed daneyên giran parve kirin û got: "Binpêkirinên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî Kurdan têne kirin, di asta tawanên şer de ne. Revandina ciwanan û înfazkirina wan, talankirina mal û milkên sivîlan û bêhurmetiya li hemberî cenazeyên şervan û sivîlan, kiryarên hovane ne."
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ehmed bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û bi taybetî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) kir ku demildest destwerdanê bikin. Ehmed daxwaz kir ku ji bo şopandina rewşa kesên hatine revandin û ji bo eşkere kirina rastiyên li her du taxên Helebê qewimîne, komîteyeke lêpirsînê were avakirin.