Îlham Ehmed: Tiştê li dijî Kurdan tê kirin tawana şer e

Îlham Ehmed
Îlham Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Ligel weşandina vîdyo û wêneyên xeter ên revandin, kuştin û şêwandina terman li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê li ser torên civakî; Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigehîne ku, Kurd li wan deveran rûbirûyî tawanên şer bûne, û daxwaza desttêwerdana lezgîn a civaka navneteweyî dike.

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed îro (Duşem, 12.01.2026) li ser tora civakî ya Xê di peyamekê de li ser wan tawanên li dijî Kurdan li Helebê hatine kirin haydarî da û daxwaza vekolana navneteweyî kir.

Îlham Ehmed bang li wan welatên ku ji hêla darayî ve piştgiriyê didin hin kanalên Erebî kir ku, siyaseta xwe ya medyayî ji nû ve binirxînin ji ber ku, bi gotina wê, ew kanal xelkê Sûriyeyê ji bo dijatîkirina hevdu û kuştina pêkhateyan teşwîq dikin, ew jî bi rêya şêwandina rastiyan.

Wê berpirsa Rojavayê Kurdistanê amaje jî da: "Zevtkirina çekan di destê dewletê de mafê wê yekê nade ku li dijî gel û civakê tundûtûjî û tirsandinê bi kar bîne û qanûnên mafên mirovan binpê bike."

Îlham Ehmed di derheqa rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de jî eşkere kir ku, ew tawanên ku li wê derê li dijî Kurdan tên kirin dikevin di xana tawana şer de.

Berpirsa navbirî di pareka din a peyama xwe de nivîsiye: “Ciwan tên revandin û tunekirin, mal û milkên welatiyan tên dizîn û talankirin, herwesa sivkatî bi termên qurbaniyan, çi sivîl û çi jî leşkerî, tê kirin û tên şêwandin.”

Îlham Ehmed bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêkxistinên lêborînê yên navneteweyî jî kiriye ku, bi lez desttêwerdanê ji bo dozên kesên hatine revandin û destpêkirina vekolanê li ser bûyerên wan her du taxan bikin.

Ev jî di demekê de ye ku di çend rojên borî de, artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran û bi hezaran leşkeran êrîş li dijî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dan destpêkirin, li aliyê din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê jî bi çend leşkeran berevanî ji wan taxan dikir.