Parlamentera DEM Partiyê: Li Helebê şer û li Tirkiyeyê aştî, bi hev re nabe
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Ayan ragihand, ew wekî DEM Partî ji bo çareseriya pirsa Kurd amade ne, lê belê êrîşên dawî yên li ser taxên Kurdî yên Helebê û herêmên Rojava, samimiyeta hikûmetê dixe bin gumanê. Ayan tekez kir ku "aştî û şer nikarin bi hev re bimeşin."
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Ayan beşdarî ji Kurdistan24ê re derbarê xebatên tîma nivîsandina rapora "Pêvajoya Aşitiyê" de diyar kir, wan wekî DEM Partî rapora xwe ya berfireh pêşkêşî komîsyonê kiriye û daxwazên xwe yên sereke rêz kirine.
Daxwazên sereke yên DEM Partiyê
Dîlan Ayan destnîşan kir, bingeha çareseriyê di naskirina fermî ya nasnameya Kurdî û misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de ye. Di vê çarçoveyê de, DEM Partî di rapora xwe de daxwaz dike ku demildest dawî li polîtîkaya tayînkirina qeyûman were anîn û rêz li vîna siyasî ya gelê Kurd û encamên hilbijartinên herêmî were girtin. Ev daxwaz wekî gaveke sereke ya ji bo demokratîkkirina welat û ji nû ve avakirina baweriya di navbera gel û dewletê de tê dîtin.
Ji aliyê din ve, di raporê de tekezî li ser pêwîstiya reformên kûr ên hiqûqî hatiye kirin, ku bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî mîna xalên sereke hatine diyarkirin.
Her weha, Ayan diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyeke rasteqîn, divê Abdullah Ocalan wekî aktorê bingehîn ê çareseriyê were qebûlkirin û derfetên guncav ji bo peywendiyan jê re werin afirandin; da ku bikaribe rola xwe ya dîrokî di avakirina aştiyeke mayinde û bi rûmet de bileyîze.
"Hûn nikarin li hundir aştî û li derve şer bixwazin"
Parlamentera DEM Partiyê rexneyên tund li siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdên Sûriyeyê girtin û bal kişand ser êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û herî dawî li Dêr Hafirê û wiha got:
"Tirkiye Nikare li hundir behsa aştiyê bike, lê li Rojavayê Kurdistanê û Helebê piştgiriyê bide êrîşên li ser Kurdan. Ev nêzîkatî baweriya gel bi pêvajoyê dişikîne. Mafên Kurdan li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ne. Heta li Rojava xwîna Kurdan were rijandin, li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde zehmet e."
Bang li Hikûmetê: Gavên cidî bavêjin
Dîlan Ayan di dawiya axaftina xwe de bang li desthilatdariya Tirkiyeyê kir ku li şûna daxuyaniyên rûberî, gavên pratîkî û cidî bavêjin. Wê diyar kir ku gelê Kurd li her derê li benda aştiyeke bi rûmet e, lê belê divê ev aştî bi naskirina mafên hemû Kurdan û bi rêzgirtina li vîna wan a siyasî pêk were.