Pêşewa Hewramanî: Di sê salên dawî de 7 mûçeyên fermanberan hatiye xwarin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, di sê salên borî de mûçeyên 7 mehan ên fermanberên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nehatine şandin û got: "Ev mafê fermanberên me ye û em dest ji daxwazkirina wan bernadin."
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê (14.01.2026) bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Di civînê de du mijarên sereke; budce û mûçeyên fermanberan ligel peymana sêalî ya hinardekirina navdewletîa Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
"Em daxwaza budce û mûçeyên windabûyî dikin"
Piştî civînê, Berdevkê Hikûmetê Pêşawa Hewramanî di konferanseke çapemeniyê de diyar kir, ew li benda pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ne da ku li ser yasaya budceyê biaxivin.
Hewramanî got: "Li gorî hejmara niştecîhan, pişka Herêma Kurdistanê ji budceya federal a Iraqê %14 e. Lê heta niha ya ku ji me re hatiye şandin, ji mafê me yê destûrî gelekî kêmtir e. Dibe ku hinek bipirsin gelo mûçeyên du mehan winda bûne? Nexêr, di sê salên borî de bi zilm mûçeyên 7 mehan ên fermanberên me hatine xwarin. Em ê êdî tenê behsa mûçe nekin, em ê li ser yasaya budceyê û dabînkirina hemû mafên xwe yên darayî biaxivin."
Hewramanî eşkere kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye ku ji îro ve amadekariyên peywendiyan ligel hikûmeta nû ya Bexdayê werin kirin, da ku yasaya nû ya budceyê were nîqaşkirin.
Peymana petrolê bi awayekî otomatîk nû dibe
Derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de, Hewramanî amaje bi wê kir ku peymana sêalî ya di navbera Hewlêr, Bexda û kompanyayan de ku di 22ê Îlona 2025an de hatibû îmzekirin, heta dawiya sala 2025an bû. Herwiha diyar kir ku heke ti aliyek nerazîbûnekê nîşan nede, ev peyman bi awayekî otomatîkî tê nûkirin.
Bûyerên Helebê
Di çend rojên borî de, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşeke leşkerî bir ser her du taxên Kurdnişîn ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) û ji ber wê bi dehan welatiyên Kurd hatin kuştin, birîndarkirin û koçberkirin.
Derbarê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser şer, Berdevkê Hikûmetê got: "Cenabê Serokwezîr di germiya bûyeran de helwesta xwe hebû û peyama xwe li ser wê mijarê belav kir. Em ji ber wê rewşa ku derket holê nîgeran bûn."
Hewramanî her weha eşkere kir: "Me daxwaz kiriye ku li Sûriyeyê hemû pêkhateyên ku hene, hîs bikin ku hikûmet hikûmeta wan bi xwe ye. Derbarê guhertina demografîk û destdirêjiya li ser Kurdan, me nîgeraniya xwe gihandiye. Pêwîst e hemû alî bi berpirsiyariyê nêzî wê rewşê bibin, da ku careke din welatiyên sivîl, mirovên bîçek û bêguneh negerin ser wê rewşa ku di serdema hikûmeta berê de dîtine."
Kêşeya gumrikan û bingehên destûrî
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal kir: "Li gorî madeya 110emîn a Destûra Iraqê, danûstandina li gel gumrikan di bin desthilata hikûmeta federal de ye, lê belê madeya 114emîn tekez dike ku rêvebirina gumrikan divê bi awayekî hevbeş di navbera hikûmeta federal û herêman de be."
Hewramanî rexne li wê yekê girt ku hikûmeta federal bi awayekî yekalî "Desteya Gumrikan" ava kiriye, ku ev deste di ti deqekî destûrî de nehatiye naskirin û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê wek herêmeke federal li ber çavan negirtine.