Parlamentoya Iraqê navên 15 berbijarên posta Serokkomarê Iraqê pejirandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Parlementoya Iraqê îro (Çarşem, 14.01.2026) lîsta navên wan kesan berbijar kir ên ku şertên qanûnî ji bo berbijarkirina posta Serokkomarê Iraqê belav kirin.

Li gorî wê ragihandinê, 15 ji wan kesên ku daxwazî pêşkêş kiribû şertên qanûnî tê de hene û navên wan di lîsta dawiyê de hatine binecihkirin.

Lîsta navên berbijarên pejirandî bi vî rengî ye:

1. Şiwan Hewêz Ferîq Namiq

2. Ehmed Ebdila Tofîq Ehmed

3. Hisên Taha Hesen Mihemed Şingalî

4. Necmedîn Ebdilkerîm Hemekerîm Nesrila

5. Aso Fereydûn Elî

6. Saman Elî Îsmaîl Şalî

7. Sebah Salih Seîd

8. Ebdila Mihemed Elî Zahir

9. Ebdilletîf Mihemed Cemal Reşîd Şêx Mihemed

10. Îqbal Ebdila Emîn Hilêwî

11. Nizar Mihemed Seîd Mihemed Kencî

12. Serdar Ebdila Mihemed Taymiz

13. Fuad Mihemed Hisên Begî

14. Musena Emîn Nadir

15. Newzad Hadî Mewlûd

Wê ragihandinê amaje jî daye ku, her berbijarekê ku navê wî di vê lîstê de nîne, mafê wê yekê heye ku di dema sê rojan de piştî weşandina vê haydariyê, li Dadgeha Bilind a Federal îtîrazê li ser vê biryarê pêşkêş bike. Pêşkêşkirina îtîrazê jî divê bi nivîsareka fermî be.

Pêvajoya nirxandina navên berbijaran ji hêla komîteyeka taybetî ve hatiye meşandin, ku tê de şertên wekî tawanên pêşiyê û bawernameyên xwandinê li ber çavan hatine wergirtin.

Pêştir deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomarê Iraqê hatibû vekirin û heta 05.01.2026ê, nêzîkî 81 kesan CVyên xwe pêşkêş kiribûn.