Encûmena Wezîran daxwaza xerckirina mûçeyên paşketî yên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta federal dike

Encûmena Wezîran ji hikûmeta federal dixwaze ku mûçeyên mehên 11 û 12 ên 2025ê û mûçeyên xercnekirî yên 2023 û 2024ê xerc bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di civîna yekê ya sala 2026ê ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rewşa darayî û têkiliyên bi Bexdayê re hatin nîqaşkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku li gorî serjimêriya dawiyê, rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji %14 zêdetir e û divê pişka budceyê ya sala nû jî li gorî wê bê destnîşankirin, herwesa daxwaza xerckirina bi lez a mûçeyên mehên 11 û 12ê yên sala borî û mafên darayî ji hikûmeta federal kir.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 14.01.2026) ragihandinekê belav kir û tê de amaje da ku, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya yekê ya sala nû kir.

Di wê ragihandinê de hat gotin: Di wê civînê de danûstandin li ser kurtiya rewşa darayî ya sala 2025ê hatin kirin û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2026ê û xebata ji bo xerckirina mûçeyên paşketî yên Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji hêla Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal ve hatin nîqaşkirin.

Herwesa amaje daye ku, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raporteka berfireh û pirî zanyar a rewşa darayî li ser dahat û xerciyên sala darayî ya 2025ê û pêşbînî û amadekariyan ji bo sala darayî ya 2026ê pêşkêş kir.

Encûmena Wezîran tekez kir ku, divê hikûmeta federal mûçeyên her du mehên 11 û 12ê û mûçeyên xercnekirî yên salên 2023 û 2024ê xerc bike ku bêyî tu hincet û sedemên qanûnî û destûrî neşandine, ji ber ku mûçe mafên qanûnî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê destan jê bernade, herwekî Dadgeha Bilind a Federal jî tekez kir ku divê mijara mûçeyan tevlî hevrikiyan neyê kirin, xasma jî ku Herêma Kurdistanê peymana sêalî ya hinardekirina petrolê bi rengekê serkeftî bi cîh aniye û rojane 220 hezar bermîlên petrolê radestî SOMOyê kirine û li sûka cîhanê hatine firotin û dahata wê kaş di Xezîneya Federal a Wezareta Darayî ya Federal de, wekî dahata dawiyê hatiye tomarkirin, ji bilî şandina pişka xezîneya federal a dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê û şandina terazûya pêdaçûna mehane ji bo Wezareta Darayî ya Federal, lê tevî van hemiyan jî, Wezareta Darayî ya Federal tu pereyek ji terxankiriyên Herêma Kurdistanê ji bo xerciyên bikarxistin û veberhênanê di qanûna budceya Iraqê de xerc nekiriye, her çend terxankirina darayî jî hebûye.

Encûmena Wezîran herwesa tekez kir ku, ji bo sala darayî ya bê, divê di qanûna budceya federal a hikûmeta federal de, pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê bê bê destnîşankirin û divê Wezareta Darayî ya Federal bê pabendkirin ku, pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê wekî herêmeka destûrî û federal bişîne, Li gorî serjimêriya herî dawî ya Iraqê ku ji hêla hikûmeta federal ve hatiye kirin, ku li dû dawî serhejmêriya Iraqê ku ji hêla hikûmeta federal ve hatiye kirin, rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji %14 zêdetir e û divê budceya Herêma Kurdistanê li gorî wê rêjeyê bê destnîşankirin.

Di pareka din a wê civînê de, pêşketin û berdewambûna bicihanîna peymannameya sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatin nîqaqşkirin, ku di sê mehên dawiyê yên sala 2025ê de bi rengekê serkeftî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye bicîhanîn û ew peyman jî berdewam e û hatiye nûkirin jî.

Di vî warî de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed data û zanyarên pêdivî li ser mîqdara petrola hinardekirî û dahata bidestxistî ya petrola Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Encûmena Wezîran komîteya danûstandinan erkdar kir ku, çarçoveya destûrî, qanûnî û darayî ji bo rêkxistina mijara budceyê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî maf û desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê amade bike û bibe bingeha nîqaş û danûstandinan bi aliyên siyasî yên Iraqê re ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal û ji niha ve jî, komîteya danûstandinan bi hevahengî bi firaksiyonên Kurdistanî re li parlamento û wezîrên Kurd di Parlamentoya Iraqê de, bi hevparî bi hikûmeta federal re bixebitin da ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û xasma jî mûçe û mafên mûçexurên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.

Herwesa Wezareta Darayî û Aborî û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û şanda danûstandinan jî hatin erkdarkirin ku, li ser bicihanîna pabendiyan berdewam bin û tu hincetan ji bo hikûmeta federal nehêlin ku xerckirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê paş bixe.