Peyamnêrê K24ê: Şaswar Ebdilwahid piştî şeş mehan bi kefalet hat berdan
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kudistan24ê li Silêmaniyê ragihand ku, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid piştî şeş mehan ji girtina wî bi kefalet hat berdan.
Çavkaniyekê ji Nifşê Nû îro (Çarşem, 14.01.2026) ji Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal re ragihand: Piştî şeş mehan, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid bi kefaleta 118 milyon dînaran hat berdan û doza wî ji bo roja darizandinê vekirî hat hêlan.
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid li roja 12.08.2025ê li mala xwe li bajarê Silêmaniyê hat girtin û di rûniştina sêyê ya darizandina wî de li roja 2ê Îlona 2025ê bi pênc mehên zindanîkirinê hat cezakirin.