HSD: Berfirehbûna çarçoveya şer dê encamên xeter hebin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ligel zêdebûna êrîşên artêşa Sûriyeyê li ser deverên Dêr Hafirê û Bendava Tişrînê û armanckirina nanpêjî û dezgehên sivîl, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) haydarî li ser xeteriyên wê zêdebûna da. Herwesa artêşa Sûriyeyê jî vekirina korîdoreka mirovî ragihand û bang li welatiyan kir ku ji bingehên HSDê dûr bikevin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandinek belav kir û tê de got ku, artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji serê sibeha îro (Çarşem, 14.01.2026) ve berdewam êrîşên giran dikin ser deverên Dêr Hafir, Meskene û Bendava Tişrînê, ev yek jî nîşana zêdebûna xeterê li ser ewlehiya sivîlan û dezgehên hestyar ên wê deverê ye.

Di wê ragihandinê de hat gotin ku, artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi dron, topxane û hawinan çend êrîş kirine ser derdora Bendava Tişrînê; bi awayekî ku hejmara êrîşan gihîştiye zêdetir ji 12 êrîşan.

HSDê herwesa got: Ew bombebaran û êrîş li ser gundên Mehşiye, Şêx Hesen û gundên Qişle û derdora wê bendavê heta niha berdewam in.

Amaje jî daye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşên xwe li ser jêrxane û dezgehên xizmetê li bajarkê Dêr Hafirê zêde kirine, ku tê de avahiya postê ya Dêr Hafirê bi topxane û dronan hat bombebarankirin, ku baş bû tu zirarên canî jê çê nebûn. Ji bilî wê yekê jî, nanpêjiya sivîl a Dêr Hafirê ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin, ku bû sedema jikarkeftina wê nanpêjiyê û gefa rasterast li ser ewlehiya xwarinê ya şêniyan.

Di pareka din a wê ragihandinê de hat gotin ku, ev êrîş bi bizavên eşkere yên têkbirina jiyana rojane re hevdem bûn, bi rêya êrîşkirina li ser her tevgerekê li deverê, wekî rêgirtina li gihîştina cotkaran bo erd û karên wan, ku vê yekê jî bandoreka neyînî li ser jiyara sivîlan çê kiriye.

HSDê herwesa ragihand: Ji aliyê meydanî ve, hêzên me bizaveka derbazbûna Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li sînorê gundê Zubeydeyê li başûrê bajarê Dêr Hafirê têk bir, di encamê de bizava wan têk çû û êrîşker neçar bûn ku birevin, tevî ku ew êrîş bi piştgiriya dronan hat kirin. Herwesa ew dever şahida gelek firînên dronan bû û xaleka kontrolê ya leşkerî ya hêzên me li bajarê Meskeneyê kir armanc, bêyî ku zirarên canî jê çê bibin.

Eşkere jî kir ku, îro ev cara duyê ye ku dron êrîşî wê xala kontrolê ya leşkerî dikin. Ji bilî wê jî, wan xaleka kontrolê ya din li gundê Buasê yê nêzîkî Tebqeyê bombebaran kir, ku ji destpêka aloziyan ve ev cara çarê ye dron êrîşî ser Meskeneyê dikin û ev jî nîşaneka eşkere ya zêdebûna êrîşên asmanî li deverê ye.

HSD di dawiya wê ragihandinê de jî got: Ev zêdebûna şer û pevçûnan pêşbîniyam ji bo berfirehkirina çarçoveya rûbirûbûnan û encamên wê yên xeter li ser sivîlan, jêrxane û dezgehên hestyar zêde dike, bi rengekî ku Artêşa Erebî ya Sûriyeyê berpirsiyara temam a zêdebûna şer û pevçûnan û encamên wan ên mirovî û ewlehiyê li deverê ye.

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê jî di ragihandinekê de got: Em şêniyên devera rojhilatê Helebê haydar dikin ku, pêştir me ragihandibû ku em dê korîdoreka mirovî ber bi bajarê Helebê ve vekin.

Di wê ragihandinê de hat gotin ku, ew korîdora mirovî di nav gundê Hemîmeyê re li ser cadeya sereke ya di navbera Dêr Hafir û Helebê de derbaz dibe. Herwesa got: Em ji welatiyan dixwazin ku ji hemî bingehên HSDê dûr bikevin.

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li roja Sêşemê (06.01.2026) bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê, piştî aloziyên 8ê vê mehê, ji roja 10ê vê mehê ve bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir. Piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan di navbera hêzên Asayîşa HSDê û artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, ew her du tax keftin bin destê hêzên Sûriyeyê.