Elî Qeredaxî: Şerê Sûriyeyê tavilê rawestînin û mafên Kurdan biparêzin

Elî Qeredaxî
Elî Qeredaxî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan û Serokê Rêkxistina Rabîteya Mirovî, ji bo rawestandina tavilê ya şer û xwînrijandinê û vegera ser maseya danûstandinan pêxemetî çareserkirina pirsgirêkan û avakirina Sûriyeyeka nû, di ragihandinekê de bangeka bilez pêşkêşî hemî aliyên şer ên Sûriyeyê kir.

Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan û Serokê Rêkxistina Rabîteya Mirovî Elî Mihêdîn Qeredaxî îro (Çarşem, 14.01.2026) ragihandinek weşandin û tê de bang li hemî aliyên Sûriyeyê kir ku şer, kuştin û xwînrijandinê rawestînin, ji bo lihevhatineka tevgir û avakirina Sûriyeyeke nû, herwesa pabendbûna bi wê peymannameya di navbera hikûmet û HSDê de hatiye îmzakirin û lezkirina di bicihanîna bendên wê de bi niyeteka paqij û di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, ku mafên rewa yên gelê Kurd tê de hatibin garantîkirin.

Elî Mihêdîn Qeredaxî herwesa got: Ev erkekê olî ye, her wekî çawa erkekê neteweyî û mirovî ye jî, ji ber ku lihevhatin xêr e, belkî vekirineka zelal û sedema xêr û bereketê ye ji bo gelê Sûriyeyê. Şer û kuştin di navbera Misilmanan de fitneyek e ku encamekê xeter heye, herwesa hemî şer e û qet xêr tê de nîne, ezmûnên dîrokî jî wê rastiyê îspat dikin.

Navbirî di pareka din a peyama xwe de kuştin û şerê di navbera Misilmanan de wekî tiştekê heram û fitneyeka mezin binav kir û amaje da ku, erkê olî û neteweyî dixwaze ku pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevhatinê bên çareserkirin.

Herwesa tevî bîranîna bizavên mirovî yên borî yên wekî alîkarîkirina awareyan û wergirtina xwendekarên Sûriyeyî, navbirî amadebûna xwe ji bo navbeynkariyê û destpêkirina her bizavekê ku bibe sedema çespandina aştiyê û bicihanîna peymanan jî anî ziman.