Amerîka û Hevpeyman bi temamî ji bingeha Eyn Esedê vekişiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeka ewlehiyê ji Kurdistan24ê re got ku, hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan ji bingeha leşkerî ya Eyn Esedê ya Iraqê ber bi Sûriyeyê ve vekişiyan.
Çavkaniyeka ewlehiyê îro (Çarşem, 14.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan bingeha leşkerî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê vala kiriye.
Wê çavkaniya ewlehiyê amaje jî da ku, ew hêz ber bi Sûriyeyê ve vekişiyane û tenê şîrketên xizmetkariyan li wê bingehê mane.
Çavkaniya navbirî eşkere kir ku, pêvajoya vekişînê ji bingeha leşkerî ya Eyn Esedê şevêdî hatiye destpêkirin, bi rêya du balafirên leşkerî hatiye bicihanîn û du saetan dom kiriye.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevpar ên Iraqê Ferîqê Yekê Rukin Qeys Mihemedawî li roja Çarşemê (31.12.2025) di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê gotibû: Rêkarên vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji bingeha Eyn Esedê li rojavayê Iraqê gihîştine qonaxa dawiyê û biryar e ku di dema heftiya bê de bi rengekê fermî radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bê kirin.
Mihemedawî tekez jî kiribû ku, lihevkirina bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî berî sê mehan hatiye yekalîkirin û niha tu endamekê biyanî di nav Fermandariya Operasyonên Hevpar de nemaye.
Ev jî di demekê de ye ku, Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji sala 2014ê ve li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Iraqê û bi meremaarmanca berhingarbûna rêkxistina DAIŞê li Iraqê binecih bûbûn.