PENa Kurd bo Cîhanê: Qelemên xwe bo parastina Kurdan bikin mertal

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda PENa Kurd di ragihandinekê de ku arasteyî "PENa Navneteweyî" û wijdana cîhanî kiriye, daxwaza şikandina bêdengiyê li hember wê kampanyaya berfireh a nehêlana nasname, ziman û hebûna neteweya Kurd, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, hatiye destpêkirin dike.

Navenda PENa Kurd di ragihandinekê de rewşa niha ya Kurdan wekî rûbirûbûnekê di navbera "rûmeta mirovan" û "faşîzma olî û neteweyî" de binav dike. amaje jî da ku, qedexekirina zimanê Kurdî cûnekê "qirkirina spî" ye û bizavek e ji bo dûrxistina zarokên Kurd ji rih û dîroka wan.

PENa Kurd di derheqa rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî bi tundî rexne li wan koman kir ên ku bi navê opozisyonê û di bin perdeya olî de li dijî Kurdan "cîhadê" radigihînin û tawanên hovane dikin, wekî tiştê ku li Efrînê diqewime û ew dîmenê trajîk ê avêtina keçeka Kurd ji avahiyekî li Helebê, ku wekî “şkestina exlaqî ya zihniyeteka tarî” binav kiriye.

Navenda navbirî herwesa nîgeraniya xwe li ser rola medyayê û hin "rewşenbîrên" welatên deverê, ku bûne platforma belavkirina kerbê û hovkirina Kurdan, anî ziman. PENa Kurd di vê çarçoveyê de pênc daxwaz ji PENa Navneteweyî kirine:

1. Şikandina bêdengiyê û şermezarkirina tawanan.

2. Piştgirîkirina ji têkoşîna jinên Kurd li dijî tarîtiyê.

3. Zextê li dagirkeran bikin da ku zimanê Kurdî biparêzin.

4. Çavdêrîkirina wan medyayan ên ku peyamên kerbê û fetwayên kuştinê diweşînin.

5. Çêkirina komîteyeka navneteweyî ji bo vekolana tawanên li dijî mirovahiyê li deverên dagirkirî.

PENa Kurd di dawiyê peyama xwe de tekez dike ku, serdema xîlafet û împaratoriyan bidawî bûye û pêkvejiyan tenê bi rêya itîrafkirina bi mafên "aliyên din" û wekheviyê dikare bê bidestxistin.

Ev jî di demekê de ye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li roja Sêşemê (06.01.2026) bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê, piştî aloziyên 8ê vê mehê, ji roja 10ê vê mehê ve bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir. Piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan di navbera hêzên Asayîşa HSDê û artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, ew her du tax keftin bin destê hêzên Sûriyeyê.