Çekdarên 'Hikûmeta Demkî' kargeha şekir a Dêr Hafirê topbaran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî" ya Sûriyeyê ve kargeha şekir a bajarê Dêr Hafirê topbaran kirin. Di heman demê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, dronên Tirkiyeyê li asîmanê herêmê di nava tevgereke zêde de ne.
Li gorî medyaya nêzî Rêveberiya Xweser, çekdarên opozîsyonê şeva borî bi obîs û çekên giran kargeha şekir a bajarê Dêr Hafirê kirine armanc. Di encama vê topbaranê de zerarên madî yên pir mezin li kargehê û binesaziya herêmê ketine.
Herweha hat diyarkirin ku mal û milkên welatiyên sivîl ên li derdora kargehê jî bûne armanca çekdaran.
Tevgera dronên 'Bayraktar' û çekên giran
Navenda Ragihandina HSDê şeva borî têkildarî rewşa dawî daxuyaniyek belav kir. HSDê diyar kir ku li asîmanê bajarên Dêr Hafir û Meskenê tevgereke zêde ya dronên "Bayraktar" ên artêşa Tirkiyeyê heye.
Li gorî daxuyaniyê, hemwextî tevgera hewayî, komên çekdar li ser erdê jî dest bi tevgerên biguman kirine û bi çekên giran (doçka) gulebaranê dikin. HSDê ragihand, ew rewşê ji nêz ve dişopînin û li gorî geşedanan dê bersiva pêwîst bidin.
Ev êrîş piştî wê yekê tên ku "Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê" di 13ê Çileyê de herêmên Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskeneyê wek "herêma leşkerî ya qedexe" ragihandibû.
Hêzên opozîsyonê îdîa dikin ku HSD van herêman ligel "bermayiyên rejîmê" bikar tîne û droneke Îranê ji wir radibin, lewma wan biryara operasyonê daye.
Lê belê HSD van îdîayan red dike û wekî hincetên ji bo dagirkirina herêmên nû pênase dike. Piştî ketina taxên Kurdî yên Helebê, metirsî heye ku şer li gundewarê Heleb û Tebqayê hîn dijwartir bibe.