NY bang li Hewlêr û Bexdayê dike ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku pirsgirêkên xwe, bi taybetî mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya diyalogê çareser bikin. Hevdem, Neteweyên Yekgirtî nîgeraniya xwe ya kûr li ser rewşa Helebê anî ziman û daxwaz kir ku derbarê tawanên li dijî sivîlan lêkolîn werin kirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Farhan Haq ji Kurdistan24ê re ragihand, her çend erkê UNAMI li Iraqê di dawiya sala borî de bi dawî bûbe jî, tîmên wan ên li wî welatî di nava hewildanan de ne da ku Hewlêr û Bexda li ser maseyê rûnên.
Farhan Haq destnîşan kir, pirsgirêka mûçeyan yek ji wan kêşeyên sereke ye ku nîgeraniyên mezin çêkirine û got: "Em her du aliyan han didin ku bi rêya diyalogê çareseriyeke mayinde û dadperwer ji bo mûçeyan bibînin. Pêdivî ye ku hemû nîgeraniyên darayî bi awayekî yasayî werin çareserkirin da ku jiyana fermanberan nebe qurbanî."
Karesata li Helebê: 120 hezar kes koçber bûne
Derbarê rewşa Sûriyeyê de Farhan Haq eşkere kir, ji ber şerê li Helebê nêzîkî 120 hezar kes ji malên xwe koçber bûne û li gorî raporên wan, heta niha nêzîkî 30 hezar koçber vegeriyane taxên xwe, lê belê hîn jî xetereyên mezin hene.
Haq got: "Rewş li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hinekî ber bi başiyê ve diçe, lê belê pêdivî ye mîn û bermahiyên şer werin paqijkirin. Em gelekî nîgeran in ku herêmên niştecihbûnê zirar dîtine. Divê derbarê hemû tawanên ku li Helebê li dijî gelê sivîl hatine kirin, lêkolîneke serbixwe were destpêkirin."
Banga ji bo diyaloga HSD û Şamê
Farhan Haq bal kişand ser pêvajoya piştî rejîma Beşar Esed û bang li desthilatdarên nû yên Sûriyeyê kir ku sîstemeke hikûmranî ya "giştgîr" ava bikin ku tê de hemû pêkhate xwe bibînin.
Neteweyên Yekgirtî herweha daxwaz kir ku di navbera Hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de danûstandinên aştiyane werin kirin û got: "Em daxwaz dikin ku hemû alî ji tûndûtîjiyê dûr bikevin û pirsgirêkên di navbera pêkhateyan de bi rêya diyalogê werin çareserkirin da ku Sûriye ber bi aramiya rasteqîn ve biçe."