Mark Savaya: Em ê çareseriyekê ji bo pirsgirêkên Iraqê bibînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serokê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Iraqê Mark Savaya, piştî civîna xwe ya bi Wezîrê Berevaniyê û berpirsên pilebilind ên têkoşîna li dijî terorê re, ragihand: "Em ê Iraqê dîsa mezin bikin."
Mark Savaya îro 16ê Çileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” çend wêneyên civînên xwe yên li Koşka Spî parve kirin. Savaya ligel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth û Rêveberê Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê Sebastian Gorka civiya.
Savaya derbarê civînê de wiha nivîsand: "Li Koşka Spî ez ligel Wezîrê Şer û Rêveberê Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê civiyam. Me guftûgo li ser wan mijaran kir ku di serdana min a dahatû ya bo Iraqê de dê bên nîqaşkirin. Armanc ew e ku em biryarên herî rast di berjewendiya gelê Iraqê de bidin."
Nûnerê Amerîkayê peyama xwe bi dirûşma "Em ê Iraqê dîsa mezin bikin" bidawî kir.
Serdana Bexda û Hewlêrê di rojevê de ye
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pilebilind ên Koşka Spî hatine girtin, biryar e di demeke nêz de Mark Savaya serdana Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê bike. Tê gotin ku armanca vê serdanê destpêkirina zincîreyek diyalogan e ji bo pêşkêşkirina "nexşerêyeke nû" ya îdareya Amerîkayê ji bo hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Heman çavkaniyan destnîşan kir, Savaya dê peyam û polîtîkayên îdareya nû ya Donald Trump ji bo berpirsên Iraqî û Kurdistanî zelal bike. Tê çaverêkirin ku yek ji mijarên herî girîng û hesas di hevdîtinên Savaya de, dosyeya komên çekdar ên li Iraqê û çarenivîsa wan be.
Ev serdana Savaya di demekê de tê ku îdareya nû ya Amerîkayê dixwaze bandora xwe ya li herêmê û bi taybetî li Iraqê bi şêwazekî nû û xurtir nîşan bide.