Ocalan: Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime bizavek e ji bo têkdana pêvajoya aştiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê naveroka civîna xwe ya bi Abdullah Ocalan re belav kir û ragihand ku, wan duhî (şemî, 17.01.2026) serdana Îmraliyê kiriye û bi Abdullah Ocalan re civînek kiriye ku nêzîkî du saet û nîvan dom kiriye.

Di çarçoveya wê hevdîtinê de, Ocalan pabendbûna xwe ya bi pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk û berdewambûna li ser bangewaziya 27ê Sibatê tekez kir. Di vê çarçoveyê de jî, careke din tekez li ser girîngiya avêtina pêngavên pêdivî ji bo pêşxistina wê pêvajoyê kir.

Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, mijara sereke ya wê civînê girêdayî pêşhatên Sûriyeyê bû. Ocalan got ku, ew ji ber wan pêşhatan û zêdebûna aloziyan pir nîgeran e û wan wekî bizavekê ji bo têkdana pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk dibîne. Ocalan tekez jî kir ku, hemî pirsgirêk li Sûriyeyê tenê bi diyalog, danûstandin û aqilmendiyê dikarin bên çareserkirin û divê bên çareserkirin jî.

Ocalan herwesa ragihand ku, ew amade ye ku berpirsiyariya xwe ya çareserkirina vê pirsê bi diyalogê û dûrketina ji pevçûnê bi cîh bîne. Banga xwe jî tekez kir ku, hemî alî rola xwe ya erênî bilîzin û di vê mijarê de bi berpirsiyarî û bi coş tevbigerin.

Ev jî di demekeê de ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêr (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsîbû: Me biryareka yekalîker li ser rewşa meydanî ya rojhilatê Helebê da û em dê hêzên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve vekişînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa gotibû: Li ser daxwaza welatên dost û navbeynkar, herwesa ji bo nîşandana niyeta baş a li hember bicîhanîna bendên peymana 10ê Adarê, me biryar da ku em hêzên xwe vekişînin.

Di vê navberê de, pêvajoya vekişînê ya hêzên wan duhî (Şemî, 17.01.2026) saet 7:00 ê serê sibehê hat destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her duhî di ragihandinekê de eşkere kir ku, li devera Debsî Efnanê şer çê bûye. HSDê herwesa got: Ev êrîşeka zordarane bû ji ber ku li gorî peymanê agirbest hebû û destûra 48 saetan ji bo vekişîna hêzên me ji Dêr Hafir û Meskeneyê hebû.

Li gorî wê daxuyaniyê, berî ku dema wê vekişînê biqede, Hikûmeta Şamê karwanên leşkerî û tank birine wê deverê û êrîş kiriye ser hêzên wan.

HSD aliyên navneteweyî yên ku çavdêriya wê peymanê kiriye wekî berpirsyarên rijandina wê xwînê dibîne, herwesa banga desttêwerdana bilez ji bo rawestandina êrîşên Şamê dike, berî ku rewş ji kontrolê derkeve.