HSD: Me sê êrîşên komên çekdar ên girêdayî Şamê şkandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, wan bi hevparî li gel Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) sê êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê li sînorê Bendava Tişrînê pûç kirine.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro (Yekşem, 18.01.202) di nûtirîn zanyar de belav kir ku, şervanan kariye ku êrîşa wan komên çekdar rawestînin û zirareka mezin bigihînin wan.

Li gorî wê daxuyaniyê, di wan pevçûnan de du tank, timbêleka zirxî, du timbêlên leşkerî yên hilgirtina çekan û şofêleka (Trex) a leşkerî yên wan koman hatin wêrankirin.

Her di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, heta niha pevçûn di wî mîhwerî de berdewam in û şervanên HSD û YPJê di amadebaşiya temam de ne, da ku li hember her tevgereka din a çekdarî bisekinin.