Fuad Hisên li Tehranê bi Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Iraqê belav kiriye ku, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di çarçoveya serdaneka fermî de ji aliyê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve hat pêşwazîkirin.

Di wê hevdîtinê de hatiye eşkerekirin ku, Wezîrê Derve yê Iraqê peyam û silavên Serokê Komara Iraqê gihandin Serokê Komara Îranê.

Serokkomarê Îranê bal kişand ser têkiliyên biratî û dîrokî yên di navbera her du welatan de û tekez kir ku, tenahiya deverê bandoreka rasterast li ser ewlehî û pêşxistina hemî aliyan heye.

Fuad Hisên jî ji aliyê xwe ve got: Ewlehiya deverê pêkhateyeka veneqetiyayî ye û ji bo misogerkirina jîngeheka guncayî pêdivîtiya wê bi bizavên hevpar heye. Herwesa kurtiyek li ser pêşhatên siyasî yên Iraqê û nêzîkbûna temamkirina şertên destûrî ji bo hilbijartina serokekê nû û avakirina hikûmetê pêşkêş kir.

Fuad Hisên herwesa bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re jî civiya.

Mijarên sereke yên wê civînê ev bûn:

Nîqaşkirina pêşxistina têkiliyan di sektorên bazirganî, enerjî û veberhênanê de bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du welatan bike.

Wezîrê Derve yê Îranê rewşa welatê xwe şîrove kir û amaje da: Nerazîbûnan bi daxwazên aborî dest pê kir, lê paşî tundûtûjiyê jê peyda bûn û rewş niha ber bi tenahiyê ve diçe.

Wezîrê Derve yê Iraqê ji aliyê xwe ve tekez kir; Ewlehiya Îranê pareka veneqetiyayî ji ewlehiya giştî ya deverê ye û Iraq pabendî bingeha cîrantiyê û desttêwernedana di karûbarên navxweyî de ye.

Di dawiya wan hevdîtinan de, her du alî hevnerîn bûn ku diyalog yekane rêya çareserkirina qebxwaziyan û dûrxistina deverê ji aloziyan e.