Birêvebira Kampa Holê bo K24ê: Kampa Holê li bin kontrolê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebira Kampa Holê Cîhan Henan îro (Duşem, 19.01.2026) di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, rewşa li hundirê Kampa Holê bi tevahî di bin kontrolê de ye.
Cîhan Henan amaje jî da ku, erkê parastina wê kampê û derdora wê li ser milên Hêzên Ewlekariyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.
Birêvebira navbirî li ser astengên di rêya karên wan de jî haydarî da û ragihand: Her çend em serperiştiya vê kampê dikin jî, lê rêyên gihîştina ber bi Kampa Holê xeter in.
Rêvebira Kampa Holê tekez jî kir ku, xeterên li ser wê rêyê ji bo rêxistinên mirovî bûne asteng ku bigihîjin nav wê kampê, vê yekê jî rê li ber xebatên mirovî û gihandina alîkariyan girtiye.
Cîhan Henan herwesa got: Pêdivîtiyên xwarin û dermanan hene.
Ji aliyekê din ve, malbatên DAIŞê yên li kampên Holê û Rojê aheng ji bo êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê kirine.