Hoşeng Derwêş bo K24ê: Serok Barzanî Sûriye ji metirsiyeka mezin rizgar kir

Hoşeng Derwêş
Hoşeng Derwêş

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş di hevpeyvîneka taybet de bi Kurdistan24ê re ragihand: Li ser yekbûna hêzên HSDê bi Artêşa Sûriyeyê re, divê em li benda encamên serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo Şamê bin, ji ber ku gelek hûrguliyên girîng hene ku divê bên eşkerekirin.

Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê di derheqa rola Serok Barzanî di çareserkirina aloziyên Rojavayê Kurdistanê de nûnerê Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê got: Piştî bûyerên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, Serok Barzanî karî helwestên hemî aliyên Kurdî bike yek. Civîna Ew civîna ku li Hewlêrê jihat kirin dilê her kesekê Kurd xweş kir. Herwesa ragihand ku, Serok Barzanî roleka bibandor û dîrokî di parastina Sûriyeyê ji metirsiyan û dûrxistina şer û pevçûnan di qonaxeka pir hestyar de lîstiye.

Nûnerê wê encûmenê amaje jî da ku, xala herî girîng a di nav hûrguliyan de ew e ku hêz dê li ku derê bên bicihkirin; gelo dê li deverên Kurdistanî bimînin an dê ji bo cihên din bên şandin? Herwesa got: Divê em li benda eşkerekirina hûrguliyên wê peymanê bin, xasma jî ku nêzîkî 50 hezar şervanên HSDê li Hesekeyê hene û divê çarenivîsa wan bê diyarkirina."

Hoşeng Derwêş tekez li ser peyamên Mezlûm Ebdî jî kir û got: Fermandarê Giştî yê HSDê gotiye ku em xwedî hêz in û em dê taybetmendî û destkeftiyên xwe yên siyasî û leşkerî biparêzin. Ron jî kir ku, ew peyman heta niha wekî projeyeka berçav ron nîne û pêdivî ye ku hûrguliyên wê zêdetir bên nîqaşkirin.

Navbirî di pareka din a gotinên xwe de got: Bi raya min, rewşa Sûriyeyê hîn jî ne aram e; ji aliyekî ve Elewî, ji aliyê din ve Durzî û ji aliyê din ve jî Kurd di metirsiyê de ne. Sûriye ne ji aliyê ewlehî û ne jî ji aliyê leşkerî ve aram e û parvebûneka erdnîgarî ya eşkere pê ve diyar e.

Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê li ser cudahiya di navbera vê peymanê û peymana 10ê Adarê de got: Peymana 10ê Adarê tenê xetên giştî bûn û hûrgulî tê de nebûn, vê carê jî hîn hûrgulî nehatine nîqaşkirin, lewma ez girîngiya çûna nav hûrguliyên peymanan tekez dikim.