HSD: Tevî lihevkirinê şer li çend deveran berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî hebûna lihevkirina agirbestê, alozî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam in û şer di navbera HSD û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de li gelek eniyan berdewam e.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Duşem, 19.01.2026) di ragihandinekê de eşkere kir ku, niha li derdora girtîgeha Eqtanê şerekê dijwar heye. Herwesa şer û pevçûn li deverên Reqa, Şedad û Eyn Îsayê berdewam e.
HSDê di daxuyaniya xwe de bi tundî haydarî da û got: Em aliyê êrîşkar ji her encam û pêşhateka ku diqewime berpirsiyar dibînin.
Artêşa Erebî ya Sûriyeyê jî ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de amaje da ku, hêzên wan ji du cihan ve rastî êrîşan hatine.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Sûriyeyê, di encama wan êrîşan de sê leşker hatine kuştin. Herwesa got: Rê li belavkirina hêzên me tê girtin.