Şêxmûs Ehmed: Ji ber êrîşan, metirsiyeke cidî li ser Kampa Holê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştiyarê Kampên li Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed ragihand, li dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê şerekî hov tê meşandin û ev rewş rasterast xizmeta zindîkirina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê dike.

Şêxmûs Ehmed ji Hesekê ji Kurdistan24ê re axivî û bal kişand ser metirsiyên pêşhatên dawî û destnîşan kir, ev êriş dibin sedem ku çekdarên DAIŞ’ê yên ji zindanan revîne yan hatine berdan, hewl bidin xwe ji nû ve birêxistin bikin. Herwiha hişyarî da jî, dibe ku şaneyên razayî çalak bibin û li gel Artêşa Sûriyeyê li dijî Rêveberiya Xweser bibin yek.

Şêxmûs Ehmed eşkere kir ku metirsiyeke gelekî mezin li ser Kampa Holê heye û diyar kir ku malbatên DAIŞ’ê yên di nava kampê de hewl dane birevin û rûbirûyî hêzên Asayîşê bûne da ku bigihîjin çekdarên xwe yên azadkirî, lê belê hêzên ewlehiyê rê li vê hewildanê girtine.

Ehmed her wiha got: "Ji ber vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Dêrezor, Tebqa û Reqayê û revîna çekdarên DAIŞ’ê yên li wan deran, malbatên di kampê de îro şahî û pîrozbahî dikirin."

Serperiştiyarê kampan derbarê hejmara niştecîhên kampên Hol û Roj de ev agahî parve kirin:

- Kampa Holê: 23 hezar kes tê de dijîn. Ji wan 15 hezar Sûrî ne, nêzîkî 6 hezar biyanî ne û 3 hezar kes jî welatiyên Iraqê ne.

- Kampa Roj: 2 hezar û 500 kes tê de ne. Ji vê hejmarê 2 hezar û 300 kes biyanî ne, yên din jî Sûrî û Iraqî ne.

Şêxmûs Ehmed herwiha bang li civaka navdewletî kir ku li hember metirsiya dubare serhildana DAIŞ’ê hişyar bin, ji ber ku ev rewş ne tenê ji bo herêmê, lê ji bo asayîşa hemû cîhanê gefeke cidî ye.