Ferhad Şamî: HSD û YPJ’ê êrişa li ser Pira Qerqozakê têk birin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, şervanên wan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) êrişeke komên ser bi Şamê ve li başûrê Kobanê pûç kirine.
Ferhad Şamî îro 20ê Çileyê daxuyaniyeke li ser hejmara xwe xwe ya tora civakî "X", agahiyên dawî yên derbarê rewşa meydanî ya li derdora Kobanê parve kirin.
Li gorî daxuyaniyê, komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve êriş birine ser eniya Pira Qerqozakê ya ku dikeve başûrê bajarê Kobanê, lê şervanên HSD û YPJ’ê bi tundî bersiva vê êrişê dane û got: "Êrişkar neçar man ku paşve bikişin û birevin."
Berpirsê Ragihandina HSD’ê her wiha eşkere kir, di encama van pevçûnan de, derbeyên giran li komên êrişkar ketine û di nava refên wan de gelek kuştî û birîndar hene.