Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Nemsayê re civiya

Serokwezîr Mesrûr û Christian Stocker
Serokwezîr Mesrûr û Christian Stocker

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Şêwirmendê Nemsayê re li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê de ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê hevnerîn bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20.01.2026) li Davosê bi Şêwirmendê Nemsayê Christian Stocker re civiya.

Di wê civînê de, pêşhat û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê de kir.

Herwesa her du alî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê de ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê hevnerîn bûn.