Êrîş li baregeheke PAKê li Herêma Kurdistanê li hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, îro 21ê Çileyê, serê sibê bi dron û mûşekan êriş lê hat kirin. Di encamê de endamekî PAK’ê şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Kurdistan24ê, êriş danê îro saet 05:45an li ser baregeheke PAKê li parêzgeha Dihokê hatiye kirin. Di êrişê de pêşî dron hatine bikaranîn û piştre baregeh bi mûşekekê hatiye lêdan. Hat diyarkirin ku droneke din a êrişê jî li herêmê ketiye, lê neteqiyaye.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) têkildarî êrişê daxuyaniyek belav kir û ragihand, di vê êrişa li ser baregeha "Supayê Millî yê Kurdistanê" de, endamekî wan ê bi navê Muzefer Mihemed Salih (Nebez) şehîd bûye.

Herwiha endamekî din ê bi navê Hawbir Sidîq birîndar bûye. Li gorî agahiyên dawî, rewşa tenduristiyê ya birîndarî bi giştî baş e, lê ji ber êrişê beşeke mezin a laşê wî şewitiye û niha di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Di daxuyaniya PAK’ê de hat destnîşankirin, ev êriş ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye kirin û got, baregeha wan a leşkerî rasterast bi dron û mûşekên Îranê hatiye armancgirtin.