Cengîz Çandar: Nabe Tirkiye zimanê gefê li hemberî Kurdên Rojava bikar bîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamanterê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çandar di civîna parlamanê de bi tundî rexne li helwesta Tirkiyê ya li hemberî pêşhatên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê girt.
Cengîz Çandar îro 21ê Çileyê di axaftina xwe ya li parlamanê de bal kişand ser peywendiya kûr a di navbera Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û diyar kir ku her helwesteke dijminane li dijî Rojava, bandoreke rasterast li ser Kurdên Tirkiyê dike. Çandar got: "Kurdên Sûriyeyê û yên Tirkiyê bi peywendiyeke veneger bi hev ve girêdayî ne; bi vê serederiya ku hûn dikin, hûn hestên Kurdên li Tirkiyê diêşînin."
"Peyama 'Enfalê' ya Şamê metirsîdar e"
Çandar di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xaleke metirsîdar û ragihand, rejîma Şamê di peyamên xwe yên dawî de sûreta "Enfal"ê ya Qur'anê belav dike. Çandar ev yek wekî peyameke zelal a komkujiyê pênase kir û got: "Ev yek wekî Enfalkirina Kurdên Başûrê Kurdistanê ya sala 1988an e ku bi heman navî hatibû destpêkirin. Gelo ev rasthatin e? Ev peyameke rasterast û metirsîdar e ji bo Kurdên Rojava."
Parlamanterê DEM Partiyê rexne li bêdengiya Tirkiyê ya li hemberî peywendiyên Şam û Îsraîlê girt, lê destnîşan kir ku gava dor tê ser Kurdan, Tirkiye dibe piştgirê herî mezin ê rejîma Şamê.
Çandar wekî çareserî ev pêşniyar kir: "Li şûna gefan, Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî vexwînin Enqereyê û ligel wan rûnên. Heger êrişeke seranser li ser Rojava pêk were, dê şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji nû ve bi dijwarî dest pê bike."
Şandeke bilind a Bakur derbasî Rojava dibe
Ev daxuyaniya Çandar di demekê de ye, şandeke bilind a siyasî ya Bakurê Kurdistanê îro ji bo piştevaniyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket.
Ev şand ji Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û çendîn parlamanter û nûnerên saziyên sivîl pêk tê. Şand dê ligel berpirsên Rojavayê Kurdistanê bicive da ku piştgiriya xwe li dijî gefên dawî nîşan bide.
Duh jî li navçeya Nisêbînê ya li ser sînor, bi beşdariya girseyeke mezin xwepêşandanek hatibû kirin. Di wê xwepêşandanê de Tulay Hatîmogullari gotibû: "Tirkiye li aliyekî behsa aştî û biratiyê dike, li aliyê din piştgiriya êrişên li ser Kurdên Sûriyeyê dike. Rejîma Şamê niha dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike."