Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Libnanê rewşa Sûriye û navçeyê gotubêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbenda Davosê de, ligel Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam civiya. Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û krîza li Sûriyeyê hatin gotubêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 21ê Çileyê li Davosê ligel Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam civiya. Di vê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê, guherînên dawî yên li herêmê û pêşhatên siyasî û ewlehiyê hatin nirxandin.
Her du serokwezîran tekezî li ser parastina asayîş û aramiya Sûriyeyê kirin. Herwiha daxwaz kirin ku şer û pevçûnên leşkerî bidawî bibin û hemû pirsgirêk bi rêya guftûgo û diyalogê werin çareserkirin.
Her du aliyan destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayînde li Sûriyeyê, divê rêz li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên wî welatî were girtin. Hat diyarkirin ku parastina mafên neteweyî û mirovî yên hemû pêkhateyan, bingeha aramiya herêmî ye.