Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê rewşa Sûriye û herêmê gotubêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Vatîkanê de, îro 21ê Çileya 2026an, ligel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin civiya. Di hevdîtinê de peywendiyên dualî û gefên li ser herêmê hatin gotubêjkirin.

Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin bi germî pêşwaziya Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo rola wî ya dîrokî di kûrkirina çanda pêkvejiyanê, çespandina aramî û asayîşê de li Kurdistan û Iraqê nîşan da. Parolin destnîşan kir ku bi saya vê siyasetê, xelkê Kurdistanê û Iraqê di nava aştiyê de dijîn.

Di beşeke din a civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê hatin nirxandin. Her du aliyan bi hûrgilî li ser gefên li ser paşeroja navçeyê, bi taybetî krîza li Sûriyeyê û bandora wê ya li ser ewlehiya herêmî, rawestiyan.

Xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Vatîkanê de mijareke din a hevdîtinê bû. Hat diyarkirin ku her du alî giringiyeke mezin didin berdewamiya peywendiyan, da ku aramiya olî û civakî li herêmê were parastin.