Mesrûr Barzanî: Divê şer û aloziyên Sûriyê bên bidawîanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeyeka Şanişîna Behrêynê re civiya û got: Divê şer û aloziyên Sûriyê bên bidawîanîn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 21.01.2026) li Davosê bi şandeyeka Şanişîna Behrêynê re civiya, ku ji Nûnerê Şah û Wezîrê Dîwana Serokê Wezîran Şahzade Îsa bin Selman Al Xelîfe, Wezîrê Darayî û Aboriya Neteweyî Şêx Selman bin Xelîfe Al Xelîfe û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Ebdila Adil Fexro pêk hatibû.
Di wê civînê de tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîna Behrêynê de di hemî waran de hat kirin.
Rewşa giştî ya Iraqê û alozî û pêşketinên leşkerî yên Sûriyeyê jî di wê civînê de hatin nîqaşkirin. Di vî warî de amaje bi girîngiya parastina aştî, aramî, bidawîanîna aloziyan û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê jî hat kirin.