Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê: Divê mafên Kurdan li Sûriyeyê werin garantîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Davosê de, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir. Di civînê de rewşa Iraqê, peywendiyên dualî û krîza li Sûriyê hatin gotubêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot silav û rêzên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî. Barrot tekezî li ser xurtkirina dostanî û peywendiyên dîrokî yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir, ji bo piştgirî û hevkariya wan a berdewam a bi gelê Kurdistanê re.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî hatin nirxandin. Her du aliyan behsa danûstandinên aliyên siyasî yên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kirin û giringiya aramiya siyasî li Bexdayê hat nîqaşkirin.
Mijareke sereke yê civînê, şer û aloziyên leşkerî yên li Sûriyê bûn. Her du aliyan nîgeraniya xwe ya kûr li hember pêşhatên leşkerî yên li Sûriyê anîn ziman û destnîşan kirin ku ev şer "gefeke cidî ye li ser aştî û aramiya herêmê".
Her wiha hişyarî hat dan ku ev nearamî dikare bibe sedema bihêzbûna dubare ya terorîstên DAIŞ’ê. Mesrûr Barzanî û Jean-Noel Barrot li ser wê yekê hevray bûn ku kêşe bi rêya diyalog û danûstandinan werin çareserkirin û "mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li Sûriyê werin garantîkirin."