Mesrûr Barzanî: Me karî rastiyên Rojavayê Kurdistanê bigihînin serkirdeyên cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê konferanseka rojnamevanî li dar xist.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 22.01.2026) li Davosê di konferanseka rojnamevanî de got: Li Davosê çend mijar hebûn ku em li ser wanbiaxivin. A yekê, divê em têkiliyên bazirganî bi welat û şîrketên cîhanê re baştir bikin û zêdetir deriyan ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê vekin.
Mesrûr Barzanî amaje jî da: Rewşa Rojavayê Kurdistanê jî mijareka din a hevdîtinên me bû. Me bal kişand ser bidestxistina piştgiriya navneteweyî ji bo bidawîkirina şer û rawestandina êrîşên nerewa yên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Me ev mijar bi rengekê cidî bi serkirdeyên cîhanê re nîqaş kir û ez hêvî dikim ku encam hebe û tenahî li deverê peyda bibe.
Ron jî kir: Em karî di civînên xwe de li Davosê rewşa Rojavayê Kurdistanê berçav bikin û ji aliyekê din bizavên cidî bikin ji bo avakirina aştiyê û bidawîkirina şer. Ez hêvî dikim ku ew tirs di nav xelkî de nemîne û aştî bê bicihanîn. Her çend em ji bo mijarên aborî hatine Davosê jî, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê û rawestandina şer li wê deverê bûye mijara sereke ya nîqaş û hevdîtinên me bi serokên û serkirdetên cîhanê re.
Amaje jî da: Îro li Hewlêrê di navbera Mezlûm Ebdî û Tom Barrack de civînek hatiye kirin. Tiştê ku ez dizanim ev e ku, her du alî hema bibêje gihîştine wê lihevkirinê ku agirbesta li Rojava berdewam be. Derfetek bê dan ku, ew bigihîjin hevfêmkirineka dualî da ku aştî û tenahî peyda bibe. Ez hêvî dikim ku şer careka din dernekeve.
Mesrûr Barzanî herwesa ragihand: Tu kesek bi şer û aloziyan re nîne. Her kesê ku me pê re hevdîtin kir digot ku, divê şer zû bi dawî bibe. Ya girîng niha ew e ku, divê agirbest berdewam bike da ku ew zexta derûnî li ser gelê Kurdistanê nemîne.
Mesrûr Barzanî di derheqa aboriyê de got: Vejîna aborî li her welatekî hebe, tenahiya siyasî û ewlehiyê dê zêdetir hebe, ji ber vê yekê min xwest ku bazirgan û veberhênerên me tevlî darêtina siyaseta aborî bibin, herwesa tevlî wan çalakiyan bibin ên ku em li ser asta navneteweyî dikin, lewma ev sala sêyê ye ku em Mala Kurdistanê li Davosê vedikin. Vê carê zêdetir ji 20 bazirgan û veberhêneran ji Kurdistanê tevlî wê bûne û bi şîrketên navneteweyî re civiyane. Ez hêvî dikim ku ev jî ji bo vekirina deriyên Kurdistanê ji bo bazirganî û aboriya cîhanê bibe encameka çêtir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya gotinên xwe de eşkere jî kir: Bazirgan û sermayedarên me bixwazin di çi sektor de bixebitin, em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgiriyê bidin wan.
Serok Barzanî li ser bizavên ji bo rawestandina şerê li Rojavayê Kurdistanê jî ragihand: Serok Barzanî her ji roja yekê ve bizavên cidî kirin da ku şer rawestîne, ji ber vê yekê wî li Hewlêrê mêvandariya Mezûm Ebdî û Tom Barrack kir, da ku her du alî bigihîjin encamekê ku rê li şer bê girtin. Paştir jî Serok Barzanî di çend danûstandinên telefonî de bi Ehmed Şera re axiviye û daxwaz jê kiriye ku şer bê bidawîanîn. Wan jî soz daye ku tu kes ji wan bi şer re nabe û ew dixwazin şer biqede, lê divê ji her du aliyan ve peymanek bê çêkirin ku rêzdar û qebûlkirî be.
Herwesa got: Serok Barzanî hîn jî li Îtalyayê ye, bala wî li ser wê yekê bûye ku peyamên xwe bigihîne tevahiya cîhanê ku divê ew şerê li Rojavayê Kurdistanê biqede. Îşela dê bidawî bibe. Civînên îro jî li Hewlêrê ji bo wê yekê bûne ku zêdetir derfet hebin ku agirbest berdewam bike, da ku aştî û tenahî bibe şûngira şer û pevçûnan.
Di derheqa kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got: PDK her ji roja yekê ve amade bûye ku hikûmetê ava bike, lê li ser bingeha rêzgirtina li encamên hilbijartinan. PDK li ser raya xwe berdewam e, û divê rêz li raya gelê Kurdistanê bê girtin.
Mesrûr Barzanî li dawiyê jî amaje da ku, piştî gelek salan ku me bizavên cidî kirine da ku Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê biçe Rojavayê Kurdistanê, wê dezgehê karî duhî karwana yekê yê alîkariyan bigihîne Rojavayê Kurdistanê. Ew li ser alîkariya welatiyên li Rojavayê Kurdistanê berdewam in jî. Çi ji destê me tê, em dê bikin û em dê nehêlin ku xûşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê bi tenê bimînin.