Li Rihayê ji bo 3 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Rihayê ragihand, li seranserê parêzgehê ji bo sê rojan hemû cureyên çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve hat belavkirin, biryara qedexeyê di çarçoveya parastina ewlehiya giştî de hatiye girtin.

Qedexe îro 23ê Çileya 2026an ji saet di 08:00ê sibehê de dest pê kir û dê heta 25ê Çileyê saet 23:59ê berdewam be.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di vê demê de li navenda bajêr û hemû navçeyên Rihayê, li cihên girtî û vekirî ti çalakî û xwepêşandan nayên encamdan.

Beriya niha Parêzgariya Diyarbekirê jî ji bo 4 rojan li seranserê bajêr biryara qedexekirina çalakiyan ragihandibû.