Stav Aso: Di kampanyaya Hewlêrê de 167 milyon dînar hevkarî ji bo Rojava hatine berhevkirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê ofîsa Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amarên herî dawî yên kampanyaya hevbeş a bi parêzgeha Hewlêrê re eşkere kir û got, pêvajo berdewam dike û bi awayekî baş hatiye pêşwazîkirin.

Serokê Ofîsa Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Stav Aso, ji Kurdistan24ê re got: Heta niha, 167 milyon dînar ji aliyê welatiyan ve hatine bexşandin û berhevkirin.

Derbarê alîkariya madî de, Stav Aso got, heta niha 15 kamyonên tijî materyal û pêdiviyên cûrbecûr hatine amadekirin û şandin.

Kampanya, ku bi hevahengiya di navbera Parêzgeha Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwazya Barzanî de tê meşandin, armanc dike ku alîkariya bilez peyda bike û bişîne Rojavayê Kurdistanê.