Artêşa Sûriyê: Em ê di çend demjimêrên pêş de korîdorên mirovî vekin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Piştî ku agirbesta 4 rojî ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi dawî bû, Artêşa Sûriyeyê daxuyaniyên tund dan û HSD bi anîna hêzên zêde ji derve tawanbar kir.

Hikûmeta Sûriyeyê roja 18ê Çileyê moleteke 4 rojî dabû HSDê. Armanca vê moletê ew bû ku derfetek ji bo guftûgoyan were dayîn û planeke bi hûrgilî derbarê rêveberiya bajarê Hesekê û mekanîzmaya tevlîkirina hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de were amadekirin. Agirbesta ku ji bo vê armancê hatibû ragihandin, îşev (24ê Çileyê) saet 20:00an de bi dawî bû.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê ragihand, HSDê agirbest wekî derfetekê bi kar aniye û "hêzên zêde" ji çiyayên Qendîlê anîne parêzgeha Hesekê.

Desteya Operasyonan hişyarî da HSDê ku dest ji "provokasyon û belavkirina nûçeyên derew" berde. Her wiha hat diyarkirin ku artêş niha rewşa li qadê dinirxîne, da ku gava xwe ya leşkerî ya bê diyar bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em niha rewşa meydanî lêkolîn dikin û rewşa meydanî dinirxînin, da ku pêngava xwe ya bê diyar bikin."

Herwiha Artêşa Sûriyeyê ragihand, ji bo piştgirî û alîkariya sivîlan, ew ê di saetên pêş de bi hevkariya wezaretên têkildar "korîdorên mirovî" vekin.