Ramî Ebdulrehman: Serok Barzanî bûye sembola azadîxwazan li çaraliyê cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman radigihîne, “Girîng e ku her kes di vê qonaxê de pişta xwe bi Serok Barzani ve girê bide, ji ber ku ew bûye sembola azadîxwazan li çaraliyê cîhanê."
Ramî Ebdulrehman îro 24ê Çileyê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê rewşa li Kobanê de wekî "gelek xeternak" binav kir û got, bajar ji her alî ve dorpêçkirî ye.
Herwiha got: "Kobanê sembola têkçûna DAIŞê bû, lê niha civaka navdewletî xiyanetê lê dike û alîkariya gelê wê nake, lê ew dixwazin DAIŞê dîsa li wê herêmê vejînin."
Rêveberê Rewangehê tekez kir jî, "Divê Ehmed Şera berpirsiyariyê bigire ser xwe û gel biparêze. Dîrok dê sûcê ku zarokên Kobanî ji ber kêmbûna xwarinê canê xwe jidest dane, bi navê wî tomar bike."
Ramî Ebdulrehman herwiha bang li Kurdan û hemû şervanên azadiyê kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî sînoran derbas bikin û dorpêça li ser Kobanî bişkînin.
Rêveberê Rewangehê li ser rola Serok Barzanî jî got: "Girîng e ku her kes di vê qonaxê de pişta xwe bi Serok Barzanî ve girê bide, ji ber ku ew bûye sembola azadîxwazan li çaraliyê cîhanê."
Di dawiyê de, Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman tekez kir ku "gelê Kurd gelekî şoreşger e û li ber xwe dide û ti carî nayê şikandin."