Şarezayên navneteweyî bo NYyê: Xetera jenosîdê li ser Kurdên Sûriyeyê heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareka şarezayên qanûna navneteweyî, çalakvanên mafên mirovan û akademîsyenên cîhanê di yadaştnameyeka lezgîn de ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê haydariyeka tund li ser îhtîmala qirkirina nejadî û jenosîdê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê da.

Di wê yadaştnameyê de, ku li roja 21.01.2026ê pêşkêşî civaka navneteweyî hatiye kirin, îmzekeran nîgeraniya xwe yên zêde li ser wan êrîş û pêşhatên leşkerî diyar kir ên ku li ser deverên Kurdan tên kirin.

Di pareka wê yadaştnameyê de hatiye: Ew êrîş ne tenê pevçûnên asayî ne, belkî binpêkirinên sîstematîk û berfireh in ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê vedigirin, xasma jî ku ji hêla îdeolojiya tundrê ya komên girêdayî Şamê ve tên birêvebirin.

Şareza û çalakvanan çar daxwazên lezgîn ji Neteweyên Yekgirtî kirine; sepandina biryara rawestandina tavilê ya êrîşên artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser sivîlan û pabendbûna temam bi qanûna navneteweyî, damezrandina mekanîzmeka lezgîn a Neteweyên Yekgirtî ji bo belgenamekirina binpêkirinan û dana zenga xeterê ya pêşwext, serpişkkirina parastina welatiyên Kurd û kêmaniyên din ên wekî Durzî, Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan, û damezrandina devereka tena li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo garantîkirina parastina Kurdan û pêkhateyên din ji xetera nemanê.

Di wê yadaştnameyê de hatiye, "Gelê Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya cîhanê de bedelên yekcar mezin dane, ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku ew niha ji aliyê komên tundrê ve rûbirûyî gefên man û nemanê bibin, di demekê de ku pêngavên navneteweyî lawaz in."

Ew şareza herwesa dibêjin: Dîrok dê hukmî bike, ne li ser ragihandinan, belkî li ser pêşîgirtina li wan karesatên diqewimin û bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî (R2P) bi cîh bîne, berî ku karesat bi tevahî biqewime.