Alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê û NY bo Kobanê hatin şandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkariyên mirovî yên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê û Neteweyên Yekgirtî ji bo bajarê Kobanê hatin şandin.

Şandiyê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê Dîlan Barzan îro (Yekşem, 25.01.2026) got: Zêdetir ji 20 barhilgirên alîkariyên mirovî yên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê û Neteweyên Yekgirtî bi du rêyên cuda ji bo Kobanê hatine şandin.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Penaberan li Sûriyeyê Gonzalo Vargas Llosa jî di vî warî de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye ku, karwanekê mezin ê alîkariyên mirovî bi hevahengiya Hikûmeta Sûriyeyê ji bajarê Helebê ber bi bajarê Kobanê ve çûye.

Gonzalo Vargas Llosa amaje jî daye: Ew karwan ji 24 barhilgiran pêk hatiye û gelek xwarin, kelûpelên hawarhatinê û sotemeniyan hilgirtine. Ev alîkarî ji hêla ajansên Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê û rêxistinên nehikûmî ve hatine dabînkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq pêştir nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihandibû û gotibû: Em nîgeran in ku hemî rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.

Ferhan Heq herwesa amaje jî dabû: Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.

Herwesa Tîma Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê jî haydarî li ser rûdana karesateka mirovî ya mezin li wî bajarî dabû. Herwesa di peyameka lezgîn de ji bo rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî jî, wê daxwaza alîkariyên bilez ên mirovî jî ji bo rewşa mirovî ya Kobanê kiribû.

Gelek ji awareyan ji ber sermayê neçar in ku li derve an jî di nav timbêlên xwe de bimînin. Heyva Sor a Kurd herwesa ragihandiye ku, hejmareka zarokan ji ber sermayê bûne qurbanî.