Serok Barzanî pêşwazî li namzedbûna Nûrî Malîkî bo postê Serokwezîrê Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîrê Iraqê dike.
Serok Barzanî îro 24ê Çileyê, hilbijartina Nûrî Malikî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve pîroz kir û di çareserkirina kêşe û pirsgirêkan de serkeftin jê re xwest.
Herwiha Serok Barzanî hêvî dikir ku Malikî di rakirina astengiyan de biser keve.
Ev peyama Serok Barzanî piştî wê tê, Çarçoveya Hevahengiyê ku mezintirîn bloka Parlamentoya Iraqê, bi piraniya dengan Nûrî Malikî wekî namzedê fermî yê posta serokwezîriyê destnîşan kir û ji parlementoyê xwast ku civînek bilez a hilbijartina serokatiyê lidar bixe.