Kobanê di rewşeka dijwar de ye û pêdivîtiyan zarokan bi şîr û xwarinê heye

Kobanê
Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnamevan Stêrê Çelo îro (Yekşem, 25.01.2026) ji Kurdistan24ê re zanyarên dawiyê li ser rewşa mirovî li bajarê Kobanê pêşkêş kirin. Herwesa got ku, zarokên wî bajarî niha pêdivîtiyeka zêde bi şîr û xwarinê heye.

Rojnamevanê navbirî amaje jî da: Xelkê Kobanê tevî derdeseriyan naxwaze axa xwe biterikîne û aware bibe, ji ber vê yekê jî ew daxwaz dikin ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Niha ew xelk ji ber kêmiya avê û pêdivîtiyên bingehîn dinalin; Ew ava kêm a ku wan heye jî tenê ji bo vexwarinê û pêdivîtiyên bingehîn bi kar tînin.

Di vê navberê de, bi hatina demsala zivistanê re, xetera li ser jiyana welatiyan zêde bûye û daxwaz tê kirin ku çareseriyeka bilez ji bo parastina wan ji sermayê û pêşîgirtina li serhildana şer bê vedîtin da ku ew bikarin bi tenahî bijîn. Xelkê Kobanê bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku, berpirsiyariya xwe hilbigirin û alîkariya Kobanê bikin, ji ber ku wî bajarî ji bo jiyanê gelek qurbanî dane.

Ev jî di demekê de ye ku, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û got: Em nîgeran in ku hemî rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.

Ferhan Heq herwesa amaje jî da: Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.

Neteweyên Yekgirtî bi rayedarên Helebê re di danûstandinan de ne da ku rêyekê bibînin ku alîkariyan bi lez bigihînin Kobanê. Ferhan Heq herwesa got: Me alîkarî gihandiye Heseke, Reqa û Dêrazorê û me daxwaza hêsankariyan ji bo gihandina alîkariyan kiriye.

Herwesa Tîma Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê jî haydarî li ser rûdana karesateka mirovî ya mezin li wî bajarî da. Herwesa di peyameka lezgîn de jî ji bo rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî, wê daxwaza alîkariyên bilez ên mirovî ji bo rewşa mirovî ya wî bajarî jî kir.

Gelek ji awareyan ji ber sermayê neçar in ku li derve an jî di nav timbêlên xwe de bimînin. Heyva Sor a Kurd ragihandiye ku, hejmareka zarokan ji ber sermayê miriye.