Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê kir, ku ji bo posta Serokwezîriya Iraqê hatiye berbijarkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 25.01.2026ê) bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir, ku ji bo posta Serokwezîriya Iraqê hatiye berbijarkirin.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir, pêxemetî destpêkirina qonaxeka nû ji bo xizmetkirina hemî welatiyên Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê.

Çarçoveya Hemahengiyê, ku mezintirîn fraksiyona Parlemantoya Iraqê ye, li roja Şemiyê (24.01.2026) bi piraniya dengan Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî wekî berbijarê fermî ji bo posta Serokwezîriya Iraqê destnîşan kir.