HSD: Şamê agirbestê binpê kir, zarokek şehîd bû û 4 şervan birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand, komên çekdar ên ser bi "Hikumeta Demkî" ve agirbesta ku duh êvarê ketibû warê cibicîkirinê, bi awayekî xeternak binpê dikin. Di encama êrişan de li gundewarê Kobanê zarokek şehîd bû û 4 şervanên HSD'ê jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya HSD’ê ku şeva borî 25ê Çileyê weşand, tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî, komên çekdar qadên sivîl dikin hedef. Hat ragihandin ku saet 10:00’ê vê sibehê li eniya bajarokê Çelebiyê (başûrê rojhilatê Kobanê) bi panzêran êrişek pêk hatiye, lê ev êriş ji aliyê hêzên HSD'ê ve hat şikandin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji nîvro ve êrişên li ser gundên Zêrîk û Qasimiyê yên rojavayê Kobanê berdewam dikin. HSD’ê eşkere kir ku di encama topbarana li ser gundê Qasimiyê de, ji malbatekê zarokek şehîd bûye û 3 sivîlên din jî birîndar bûne.
Binpêkirinên agirbestê ne tenê bi Kobanê sînordar man, lê bajarokên Girkê Legê û Çilaxa li herêma Cizîrê jî rastî êrişan hatin û di van her du êrişan de zirarên madî yên mezin çêbûn.
Di dawiya daxuyaniyê de HSD’ê bang li welatên garantor kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û wiha got: "Em bang li garantorên agirbestê dikin ku sînor ji van binpêkirinan re deynin û komên Şamê neçar bikin ku li gorî peymanê tevbigerin da ku jiyana sivîlan were parastin."