Îro 11emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 11 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas dibin, ku di sala 2015’an de bi operasyoneke dîrokî ji destê terorîstên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Di demekê de ku salvegera vê serkeftinê tê bibîranîn, Kobanê careke din rûbirûyî dorpêç û êrişan bûye.
Di îlona 2014’an de, dema ku DAIŞ’ê êrişeke berfireh bir ser Kobanî û %80’yê bajêr kontrol kir, li ser fermana Serok Mesûd Barzanî û bi biryara Perlemantoya Kurdistanê, hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya şervanan berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Karwana yekem a Pêşmergeyan (150 kes) di 28’ê Cotmeha 2014’an de di axa Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bû. Bi piştgiriya Pêşmerge û firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê bi temamî hat rizgarkirin. Serok Barzanî wê demê ev biryar wekî "biryareke dîrokî, niştimanî û mirovî" pênase kiribû.
Ev serkeftina mezin bê qurbanî nebû. Şehîd Zêrevan Mizûrî, xwendekarê Beşa Kurdî yê Zanîngeha Soranê, wekî yekem şehîdê Pêşmerge li Kobanî ket dîrokê. Zêrevan ji bo parastina axa Kurdistanê dest ji xwendina xwe berda û di 20’ê Çileya 2015’an de canê xwe feda kir.
2026: Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye
Piştî 11 salan, îro Kobanî careke din ji aliyê artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin. Serok Mesûd Barzanî di dema serdana xwe y abo Îtalyayê de, derbarê rewşê de got: "Heke wekî sala 2014’an derfet hebûya, min ê dîsa hêza Pêşmerge bişanda Kobanî."
Serok Barzanî tekez kir, Kobanê xwedî pêgeheke stratejîk û neteweyî ye û wî Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) raspandiye ku bi hemû hêza xwe alîkariyan bigihînin xelkê herêmê.
BCF’ê dorpêça li ser Kobanî şikand
Li ser fermana Serok Barzanî, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) roja Yekşemê (25’ê Çoliya 2026’an) karî dorpêça li ser bajêr bişkîne. BCF’ê karwaneke mezin a alîkariyên mirovî ku xwarin, sotemenî û pêdiviyên sereke yên jiyanê tê de bûn, gihand navenda bajarê Kobanî da ku barê giran ê li ser milê sivîlan sivik bike.
Di salvegera 11’emîn a rizgarkirinê de, çavên gelê Kurd careke din li Kobanî ye; hem ji bo bibîranîna qehremaniya 2015’an û hem jî ji bo piştgiriya li hember dorpêça nû ya sala 2026’an.