Li gundewarê Kobanî komkujî: 12 kes ji heman malbatê bûn qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê bajarê Kobanî di encama êrişeke dronekê de 6 endamên malbatekê şehîd bûn û 6 endamên din jî bi giranî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî bo Mafên belav kir, dronekê li gundê Xereb Işk ê li gundewarê Kobanî maleke sivîlan rasterast armanc girt. Di encama vê êrişa asmanî de, 6 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. 6 kesên din jî, ku di nav wan de 4 zarok hene, bi giranî birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin navendên tenduristiyê.
Ev komkujî di demekê de pêk tê ku beriya du rojan, li gorî peymana 18ê Kanûnê, agirbesteke nû ya 15 rojan di navbera Hikûmeta Veguhêz û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatibû ragihandin.
Ji bilî komkujiya li Xereb Işk, gelek binpêkirinên din ên agirbestê hatin tomarkirin; gundên Xereb Işk û Çelebiyê bi çekên giran hatin topbarankirin, gundê Til Ehmer ê li gundewarê Kobanî hat dagirkirin û li gundê Qasimiyê jî di encama topbaranekê de zarokek şehîd bû û sê zarokên din jî birîndar bûn.