Berdevkê ENKSê: Her dema Hikûmeta Sûriyeyê amade be, em diçin Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand, destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî li Rojavayê Kurdistanê daxwaza aramiyê xurt kiriye. Herwiha tekez kir, ji bo çareseriya siyasî ew amade ne bi şandeke hevbeş a Kurdî bi Şamê re dest bi danûstandinan bikin.

Feysel Yûsif, îro Duşemê 26’ê Çileyê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser geşedanên dawî, peymana 18’ê mehê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de û rewşa giştî ya herêmê axivî.

"Serok Barzanî sembola aramiyê ye"

Yûsif diyar kir, destpêşxeriya Serok Barzanî û hewildanên wî yên li ser asta navdewletî û herêmî, bûne sedema peydabûna keşeke aram li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha bal kişand ser rola dîrokî ya Serok Barzanî di yekxistina aliyên Kurdî de û got: "Rola Serok Barzanî ji destpêka hilweşîna rejîma berê heta niha, di parastina mafên Kurdan û çespandina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de pir girîng û bi bandor e."

Çareserî bi diyalogê pêkan e

Berdevkê ENKS’ê bal kişand ser qurbaniyên gelê Kurd ên di şerê li dijî DAIŞ’ê de dane û destnîşan kir ku divê destkeftiyên heyî werin parastin. 

Yûsif herwiha got: "Em dixwazin hemû pirsgirêkan bi rêya dîyalogê û di bin çavdêriya navdewletî de bi hikûmeta Sûriyeyê re çareser bikin. Armanca me ew e ku mafên gelê Kurd di destûra daîmî ya Sûriyeyê de werin parastin."

Şandeke hevbeş ji bo Şamê

Derbarê danûstandinên bi Şamê re, Feysel Yûsif eşkere kir ku eger hikûmeta Sûriyeyê amade be, ew wekî aliyên siyasî yên Kurd amade ne bi şandeke hevbeş herin Şamê. Lê belê, wî mercê sereke yê destpêkirina danûstandinan wekî "rawestandina temamî ya şer" nîşan da.

Herwiha got: “Divê her pirsgirêk bi rêya siyasî were çareserkirina, karên leşkerî bên rawestandin, sivîl bêne parastin û koçber vegerin cih û warê xwe, dorpêça li ser Kobanê bê rakirin û diyalgokek di navbera Kurd û rêveberiya Şamê de bê destpêkirin, ta ku çareseriyekê ji pirsa Kurdî re bê dîtin.

Berdevkê ENKSê herwiha tekez kir: “Şanda Kurdî ya Hevbeş a ku piştî Konferansa 26ê Nîsanê hatiye avakirin û erêkirina tevahiya gelê Kurd li ser heye, dikare bi Şamê re li ser mafên gelê Kurd danûstandinê bike û di destûrê de were bê garantîkirin. Her çend em wek ENKSê pêwendiyên me bi îdareya Şamê re hebe jî, lê em xwe wek şûngirê Şanda Hevbeş a Kurd nabînin, ku em jî beşeke sereke ne ji wê şandeyê.”