HSD: Li gundewarê Kobanî şerekî giran heye; Şamê agirbest binpê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve, êrişên xwe yên li ser gundewarê bajarê Kobanî nû kirine. HSD’ê destnîşan kir ku ev êriş binpêkirina eşkere ya agirbesta ku beriya du rojan hatibû ragihandin e.
Li gorî daxuyaniya HSD’ê, berbanga vê sibehê (Duşemê 26’ê Çileyê), komên ser bi Şamê ve ji gelek aliyan ve êrişeke berfireh birin ser gundên Xereb Işk û Çelebiyê yên ku dikevin başûrê rojhilatê Kobanî. Hat diyarkirin, êriş bi çekên giran û topbaranê hatiye kirin û gundên ku şêniyên sivîl tê de ne, hatine hedefgirtin.
HSD’ê eşkere kir ku piştî destpêkirina êrişan, di navbera şervanên wan û komên êrişkar de şer û pevçûnên dijwar derketine. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên me bersiva van êrişan didin û niha li gundê Çelebiyê şerên pir giran berdewam dikin."
Her wiha hat ragihand, komên çekdar hêzeke zêdetir a piştevaniyê, di nav de tank û panzêr, anîne herêmê û dron bi çirî li ser asmanê herêmê digerin.
HSD’ê bal kişand ser peymana agirbestê ya ku tenê du roj berê ketibû warê cibicîkirinê û ev êriş wekî "binpêkirin" bi nav kir. HSD wiha dibêje: "Ev nîşan dide ku hikûmeta Şamê pabendî sozên xwe nabe û dixwaze aramiyê li herêmê têk bibe."
Di dawiya daxuyaniya xwe de, HSD’ê tekez kir, parastina gel û axê mafê wan ê rewa ye û hikûmeta Şamê ji encamên van êrişan berpirsiyar girt. Her wiha bang li hêzên garantor ên agirbestê kir ku berpirsyariya xwe bicih bînin û ji bo rawestandina van êrişên Şamê tavilê destwerdanê bikin.