DEM Partî: Divê dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê were rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, bang kir ku dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê were rakirin û destnîşan kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê tenê bi rêya dîyalogê pêkan e.

Ayşegul Dogan, îro 26’ê Çileyê di civîneke çapemeniyê de got: "Pêwîst e dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê bi zûtirîn dem were rakirin. Daxwaz û armanca me ya sereke ew e ku li tevahiya herêmê aştî û aramî peyda bibe."

Berdevka DEM Partiyê got jî: "Çareseriya babeta Sûriyeyê tenê bi rêya dîyalogê pêkan e. Ji bo dîtina çareseriyeke mayînde, divê zimanê diyalogê li şûna şer were bikaranîn."

Ev daxuyaniya DEM Partiyê di demekê de ye ku li gundewarê Kobanî û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê rageşî û dorpêç berdewam dike û xebatên dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziyê tên meşandin.