Mezlûm Ebdî: Divê cîhan li hember fedekariya Kobaniyê sozdariya xwe bi cih bîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di salvegera 11ê ya rizgarkirina bajarê Kobaniyê de peyamek pêşkêşî civaka navneteweyî kir û tekez kir ku, divê cîhan li hember fedekariya Kobaniyê sozdariya xwe bi cih bîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Duşem, 26.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: Di roja salvegera serkeftina berxwedana Kobanê dijî DAIŞ’ê de, gelê Kobanê di dorpêçê de ye û rastî êrîşên giran tê.
Mezlûm Ebdî tekez jî kir: Ji bo parastina mirovahiyê û cîhanê ji gefên terorê, Kobanê qurbaniyeka bêhempa daye, lewma niha dema wê yekê ye ku cîhan li hember fedekariya Kobanê sozdariya xwe bicih bîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her di wê peyama xwe de got: Em berxwedana Kobanê ji dil silav dikin.
Di roja salvegera serkeftina berxwedana Kobanê dijî DAIŞ’ê de, gelê Kobanê di dorpêçê de ye û rastî êrîşên giran tê.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 26, 2026
Divê ku cîhan li hember fedekariya Kobanê sozdariya xwe bicih bîne.
Em berxwedana Kobanê ji dil silav dikin. pic.twitter.com/kv9btzdwTJ
Şerê Kobaniyê li Payîza sala 2014ê hat destpêkirin û ji bo dema çend mehan bala cîhanê kişand. Di Cotmeha wê salê de, bi biryara Serok Barzanî û pejirandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hêzeka Pêşmergeyan ji bo piştgiriya şervanan li Kobaniyê hat şandin, ku ew cara yekê bû di dîroka nû de ku Pêşmerge ji bo piştgiriya pareka din a Kurdistanê ji sînoran derbaz bibe.
Di 26ê Çileya sala 2015ê de, ew bajar bi tevahî ji terorîstên DAIŞê hat paqijkirin, ew yek jî ji bo hilweşîna wê rêxistinê li seranserê cîhanê bû destpêkek. Îro 11 sal di ser wê bûyera dîrokî re derbaz bûn û wekî sembola hevgirtina hêza Kurdan tê bibîranîn.